Li Spanyayê avahiyek hilweşiya: 4 kes mirin

Li girava Majorca ya Îspanyayê ji ber hilweşîna avahiyeke du qatî 4 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn.
Her wiha li eyaleta Maharashtra ya rojavayê Hindistanê di encama teqîn û şewata li kargehekê de 9 kes mirin û 64 kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din bajarê Hanoiyê ya Vîetnamê di avahiyek apartmanê de ku 24 kes lê dijiyan, şewat derket, 14 kes mirin.

Li girava Majorca (MAYORKA) ya Spanyayê ji ber hilweşîna avahiyeke du qatî 4 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn.

Ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tîmên polîs û agirkûj sewqî cihê bûyerê hat kirin.

Li Hindistanê di kargehekê de teqîn

Her wiha li eyaleta Maharashtra ya rojavayê Hindistanê di encama teqîn û şewata li kargehekê de 9 kes mirin û 64 kes jî birîndar bûn.

Rayedarekî ji heremê ragihand ku teqîna di kargeheke hilberîna kîmyewî ya li navçeya Thane de bû sedema şewatê.

Di teqînê de 9 kes mir û 64 kes birîndar bûn

Di dema ku îtfaiyeyan agir girte bin kontrolê, derbarê sedema teqînê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Vietnam: Li bajarê Hanoiyê di avahiyeke de şewat derket

Li aliyê din bajarê Hanoiyê هانيي ya Vîetnamê di avahiyek apartmanê de ku 24 kes lê dijiyan, şewat derket.

Polîsan ragihand ku li gorî zanyariyên destpêkê di şewatê de herî kêm 14 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne.

Di şewatê de 14 kes mirin

Di daxuyaniya Wezareta Ewlekariya Gel a Vîetnamê de hat diyarkirin ku ekîbên agirkujiyê 7 kes ji şewatê xilas kirin.

Wezaretê da zanîn ku hîna nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane nehatiye tespîtkirin.

Back to top button