Li Eyaleta Lowa ya Amerîkayê ji ber bahozê 5 kes mirin

Li eyaleta Lowa ya Amerîkayê ji ber bahozê 5 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Her wiha li Papua Gîneya Nû jî ji ber şemîtîna axê zêdetirî 100 kes mirin.

Li Eyaleta Lowa ya Amerîkayê ji ber bahozê ziyanên canî û madî pêk hatin.

Polîsê Eyaleta Lowa derbarê bahozên ku bi taybetî li bajarê Greenfield (GIRÎNFILD) ê eyaletê xisareke mezin hatiye daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajarê Greenfieldê 4 û li eyaleta Adamsê kesek ji ber şert û mercên hewayê jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 35 kes jî birîndar bûne.

Rayedaran diyar kirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li li ser avahiyên 2 hezar û 100 malî dewam dikin.

Li Papua Gineya Nû ji ber şemitîna axê zêdetirî 100 kes mirin

Li aliyê din li welatê Papûa Gineya Nû ya Pasîfîk şemîtîne axê pêk hat.

Li gor nûçeya ABC(EY BÎ SÎ) ya Awustralyayê li eyaleta Engayê bi şev erd hejiya.

Şahidên bûyerê ragihandin ku zêdetirî 100 kes di bin axê de man û mirin.

Bîlançoya windahiyan hîna ji hêla rayedarên fermî ve nehatiye piştrastkirin.

Back to top button