Jinên Kobanê: Dewleta Tirk dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne

Jinên bajarê Kobanê yê kantona Firatê piştgirî dan siyasetmedarên Kurd ji Doza Kobanê dihatin darizandin û gotin,Biryara hatiye girtin derhiqûqî ye,dewleta Tirk bi biryara Doza Kobanê tola DAIŞ’ê hiltîne.”

Dewleta Tirk piştî 82 rûniştinan di 16’ê Gulanê de biryara doza Kobanê da.

Nêzî 400 sal ceza li siyasetmedarên ji Doza Kobanê dihatin darezandin birî.

Jinên bajarê Kobanê teqez kirin ku armanca dewleta Tirk bi darizandina siyasetmedaran ji Doza Kobanê tolhildana DAIŞ’ê bû.

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê, Luceyn El-Salim diyar kir ku Kobanê bi riya serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê bûye keleha têkoşîn û berxwedanê û wiha nirxand:

“Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşê bajarê Kobanê kirin, şêniyên wê û bi hezaran ciwanên Kurd berxwedaneke mezin raber kirin û serkeftina wê misoger kirin.

Em teqez dikin ku ev biryara dadgehê dê hêza me kêm neke dijberî wê îsrara me ya berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê dê zêdetir bike.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehîda Elî jî got: Dewleta Tirk gelek caran bi riya DAIŞ’ê xwest me têk bibe lê ew bi xwe têk çû.

Cîhan Mustefa jî got: “Em cezayê ku li siyasetmedarên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê hatine birîn, şermezar dikin.

Cîhan banga xwedîderketina li siyasetmedaran kir.

Back to top button