Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn debarê Doza Kobanê de axivî û got: “Doza Kobanê hewldanek ji bo qedandina tevgera Kurd e. Divê ev sîstem bê hilweşandin.”
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amed Abbas Şahîn destnîşan kir ku bi doza Kobanê re rewatiya tevgera Kurdan hat hedef girtin û got:
“Desthilatdariya AKP- MHP’ê ji bo qedandina tevgera Kurd xebatên berfireh dimeşîne.
Lê Gelê Kurd wê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
Abbas Şahîn anî ziman ku cezayên li Kurdan hatine birîn ji derveyî pîvanên hiqûqî ne û ev tişt anî ziman:
“Ji bo xerakirina rewatiya tevgera siyasî ya Kurd a li gelemperiya cîhanê doz hatiye vekirin.
Tevî her tiştî gelê Kurd dest ji daxwazên xwe yên demokratîk bernade.
Me her tim got; heta ku pirsgirêka gelê Kurd bi rêyên demokratîk çareser nebe û tecrîd ranebe, ew ê demokrasî neyê Tirkiyê.”