Sûdan-Biryara hilweşandina Hêzên Piştevaniya bilez hat dayîn

Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê biryar da ku Hêzên Piştevaniya Bilez ku ji 6 mehan ve şerekî li dijî artêşa Sûdanê dimeşînin, bê jinavbirin.

Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê û fermandarê giştî yê artêşê Ebdulfetah Burhan duh biryarek dabû ku Hêzên Piştevaniya Bilez hilweşe.

Fermandariyê xîtabî hêzên çekdar ên gel, sekreteriya giştî ya meclisa serweriyê û aliyên têkildar kir ku biryarê bixin pratîkê.

Li gorî daxuyaniya Meclisa Serweriyê, ji ber bandorên van hêzan li dijî dewletê û binpêkirinên li dijî welatiyan pêk anîne, binesazî xerab kirine, erk, armanc û rêgezên binpêkirine, ev biryar hate dayîn.

Girêdayî mijarê Waşingtonê doh, ceza li berpirsên Hêzên Piştevaniya Bilez (HPB), birayê fermandarê vê hêzê birîn.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera wezaretê, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyaniya xwe ya piştî biryara cezayan de wiha got:

“Em ê dudilî nebin ku amûrên di destê xwe de ji bo astengkirina hêza HPB û artêşa Sûdanê ji bo dirêjkirina vê yekê bi kar bînin.”

Back to top button