Di 230 rojan de li Xezayê 87 hezar avahî hilweşiyan

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezayê bîlançoya 230 rojan a êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de 15 hezar û 239 zarok û 10 hezar û 93 jin jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku ji 7 gorên komî yên li nexweşxaneyên di serdegirtina leşkerên Îsraîlê de hatin dîtin û cenazeyê 520 Filistînîyan hatin derxistin.

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezayê bîlançoya 230 rojan a êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê eşkere kir.

Di 230 rojan de li Xezayê 77 hezar ton teqemenî hat bikaranîn û 87 hezar xanî bi temamî hilweşiyan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li Şerîda Xezayê 3 hezar û 191 komkûjî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de 15 hezar û 239 zarok û 10 hezar û 93 jin jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 10 hezar kes jî di bin xirbeyan de mane yan jî winda bûne.

Weke hejmara giştî jî 35 hezar û 800 kes jiyana xwe ji dest dane û 80 hezar û 200 kes jî birîndar bûne.

Ji sedî 71’ê kesên ku li Xezayê rastî êrîşan hatine jin û zarok in

Ji sedî 71’ê kesên ku li Xezayê rastî êrîşan hatine jin û zarok in.

Hat bibîrxistin ku li Xezayê ku Îsraîl gel birçî û tî hişt û bi astengkirina alîkariyê, bû sedema felaketeke mirovî ku 31 kesan ji ber kêmxwarinî û bêhêziyê jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê de 493 xebatkarên tenduristiyê, 69 wezîfedarên parastina sivîl û 147 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku ji 7 gorên komî yên li nexweşxaneyên di serdegirtina leşkerên Îsraîlê de hatin dîtin û cenazeyê 520 Filistînîyan hatin derxistin.

10 hezar nexweşên penceşêrê di bin metirsiya mirinê de ne

Li aliyê din hat ragihandin ku hejmara birîndarên ku xetereya jiyana wan heye û divê li derve bên dermankirin 11 hezar e.

10 hezar nexweşên penceşêrê jî ji ber kêmasiya xizmetên tenduristiyê di bin metirsiya mirinê de ne.

Hat destnîşankirin ku li Xezayê ji ber nebûna tenduristiyê jiyana 60 hezar jinên ducanî, ji ber tunebûna dermanan jî 350 hezar kesên ku bi nexweşiyên kronîk ketine di xeteriyê de ye.

Di daxuyaniye da hat diyarkirin ku Arteşa İsrailê ji dema ku dest bi êrişen xwe kiriye heta niha li Xezaye ji 5 hezarî zedetir Filistini binçav kirine.

Li Şerîda Xezayê 2 milyon kes ji cih û warên xwe bûn

Her wiha hat balkişandin ku leşkerên Îsraîlê 310 xebatkarên tenduristiyê û 20 rojnameger binçav kirin û li Şerîda Xezayê ya ku nifûsa wê 2,3 milyon e 2 milyon kes jî koçber bûn.

Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê 189 avahiyên hikûmetê û 108 dibistan û zanîngeh hilweşandine û 313 dibistan û zanîngeh jî qismî zirar dîtine.

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Xezayê 604 mizgeft bi temamî wêran kirine û 200 ji wan jî qismî xisar dîtiye û 3 dêr jî kirine armanc.

Hat diyarkirin ku Îsraîlê 160 saziyên tenduristiyê yên li Xezayê hedef girtin, 55 navendên tenduristiyê û 33 nexweşxane ji xizmetê derketin û 130 ambûlans jî nekarîne bên bikaranîn.

Di êrîşên Îsraîlê ya li ser Xezayê de 17 Filîstinî hat kuştin

Back to top button