Di êrîşên Îsraîlê ya li ser Xezayê de 17 Filîstinî hat kuştin

Di 230 rojên şerê li Îsraîl û Hemasê de artêşa Îsraîlê li bakur û başûrê Şerîda Xezayê di nav de 10 zarok 17 kes kuştin.
Her wiha artêşa Îsraîlê piştî du rojan ji êrîşên leşkerî ji bajarê Cenîn û Kampa Penaberan a Cenînê ya li bakurê Şerîeya Rojava vekişiya.
Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Xezayê nexweşiya enfeksiyonê zêde dibin û nêzî 20 hezar nexweşên Hepatît A hatin tomarkirin.

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser bakur û başûrê Şerîda Xezayê de 17 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, artêşa Îsraîlê li bajarê Xeza û Refahê li başûrê Şerîda Xezayê êrişî 2 malan kirin.

Di encama bombebarana hêzên Îsraîlî li ser maleke ya li taxa El-Derec a li navenda bajarê Xezayê de di nav de 10 zarok 16 kes mirin.

Li bajarê Refahê, di encama hedefgirtina malekî de Filistînîyek jiyana xwe ji dest da.

Bîlançoya Xeza, Refah û Şerîa Rojava

Îsraîlê ragihand ku di êrîşên 7ê Cotmehê de hezar û 200 Îsraîlî mirin û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûn.

Her wiha êrîşên Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezayê 35 hezar û 709 Filistînî mirin.

Di nav vê bîlançoyê de 15 hezar û 103 zarok, 9 hezar û 849 jin hatin kuştin û 79 hezar û 990 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku hîna bi hezaran mirî di bin xirbeyan de ne, binesaziya sivîl jî bi hedefgirtina nexweşxane û saziyên perwerdehiyê yên ku mirov lê bicîh bûne tê hilweşandin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji destpêka şer ve 634 leşkerên wê mirine.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve 517 Filistînî di êrîşên leşkerên Îsraîlê û niştecihên cihû yên dereqanûnî de jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Îsraîlê ji bajarê Cenîn ê Şerîa Rojava vekişiya

Her wiha artêşa Îsraîlê piştî du rojan ji êrîşên leşkerî ji bajarê Cenîn û Kampa Penaberan a Cenînê ya li bakurê Şerîeya Rojava vekişiya.

Niştecihên heremê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku artêşa Îsraîlê piştî êrîşên leşkerî yên sibeha 21ê Gulanê dest pê kir, bi temamî ji bajar û kampa Cenînê vekişiya.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku piştî vekişîna artêşa Îsraîlê bi sedan Filistînî li Kampa Penaberan a Cenînê dest bi vegera mal û milkên xwe kirin.

Hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên di sibeha 21^’ê Gulanê de li ser bajarê Cenîn û Kampa Penaberan a Cenîn jiyana xwe ji dest dan derket 12’an.

NY: Li Xezayê nexweşiyên enfeksiyonê zêde dibin

Li aliyê din Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînê (UNRWA) derbarê rewşa Xezayê de li ser malpera X’ê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qerebalixa zêde ya li stargehên ku Filistîniyan lê bicîh dibin û şert û mercên paqijiyê yên ji ber koçkirina bi darê zorê pêk tên metirsiyên tenduristiyê yên cidî çêdike.

Di daxuyaniyê de banga agirbesta li Xezayê hat dubarekirin û hat gotin, “Pêdiviya me niha bi agirbestê heye.”

Li gorî daneyên Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê, 1 milyon û 95 Filistîniyan ji ber koçkirina bi darê zorê nexweşiyên enfeksiyonê hatin tesbîtkirin û nêzî 20 hezar nexweşên Hepatît A jî hatin tomarkirin.

Şerê Îsraîl-Hemasê: 229 roj

Back to top button