QSD’ê berpirsê çekdarî yê DAIŞ’ê li Reqayê girt

Tîmên Çalakiyên Taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk operasyoneke bi bandor li Reqayê pêk anî.
Di encamê de, berpirsê çekdarî yê şaneyên DAIŞ’ê hat girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD derbarê operasyona li Reqayê daxuyaniyek da.

QSD diyar kir ku Tîma Operasyonên Taybet TOL ên girêdayî QSD’ê di çarçoveyê operasyonên li dijî bermaniyên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de, roja Sêşemê Operasyonek li gundewarên Reqayê pêk anî.

Operasyon piştî komkirina agahiyên têrker ên derbarê tevger û çalakiyên serçeteyê bi navê Eymen Ebdulmutî de pêk hat.

QSD: Di operasyonê de berpirsê çekdarî yê DAIŞ’ê hate girtin

Hêzên me girt ser cihê çete Eymen Ebdulmutî û ew girt.

Serçete Eymen Ebdulmutî berpirsê yekemîn ê leşkerî yê çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê bû.

Her wiha plangerê tevahî çalakiyên terorî bû.

QSD’ê eşkere kir ku çeteyê navborî bi navên cuda wekî ” Yaqûb El-Hedîdî û Usama El-Qureşî” tev-digeriya da ku xwe ji ber çavê hêzên ewlekariyê veşêre.

QSD’ê da zanîn ku bi çete re, ev tişt hatin desteserkirin:

  • 4 Telefonên destan
  • Belgeyên şexsî
  • Cîhazeke wifiyê
  • 3 Çekên kalaşnîkov, 6 cercûr û 3 hezar guleyên wan
  • 2 Mayînên mezin û 2 Mayînên biçûk
  • 3 Kemberên teqemeniyê
  • 50 Guleyên demançeyan
  • Betarî û amûrên elektronîk.

QSD’ê careke din peyama xwe ya tundkirina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê nû kir.

Back to top button