Dadgeha gel a Qamişlo kujerên zarokekî 2 salî ceza kir

Li Qamişloyê kujerên zarokekî 2 salî hatin dadgehkirin.
Tê bîra we, 24’ê çileya 2024’an, Olyar Igêl ê 2 salî, di bîrekê de kuştî hat dîtin.
Wê demê eşkere bû ku Jinbav û Jinapa wî ew di bîrê de werkiriye û wî zarokî jiyana xwe ji dest daye.
Dadgeha Gel a Qamişloyê jî cezayê hetahetayî ango muebed li herdu jinana birî.

Duh çarşemê, dadgehê li gor madeyên 213 û 214’an ji qanûna cezayana a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cezayê hetahetayî da herdu jinan.

Li gor hûrgiliyên bûyerê, ev zarokê ku 3 rojan di bîrê de maye di serê xwe de astengdar bû.

Piştî lêpirsîna aliyên pêwendîdar derket holê ku herdu jinan bi qestî ev zarok bi saxê avêtiye bîra mala apê wî ya li taxa Kornîş a Qamişloyê û ew kuştiye.

Back to top button