Koordînatorên Meclisa Jinan a Sûriyeyê kî ne?

Di 2`yemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê de ji pêkhateya, Ereb, Suryan û Kurd 3 endam ji bo koordînasyona meclisê hatin hilbijartin. Ev 3 endam kî ne? Em niha bi hevre van nas bikin.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê 20’ê Gulanê kongreya xwe ya duyemîn li Helebê li dar xist.

Di kongreyê de benda rêziknameya meclisê ya der barê hejmara koordînatorên meclisê de hat guhertin.

Li gorî vê guhertinê hejmara koordînatorên meclisê ku berê endamek bû, bû 3, pêkhate û dabeşkirina erdnîgarî di ber çavan re hate derbaskirin.

Gelo her sê koordînatorên nû yên Meclisa Jinan a Sûriyê kî ne?

Gulan Silêman têkoşereke ji sûri ye. Sala 1975`an li bajarê Efrînê ji dayik bûye û li bajarê Helebê dimîne.

Sala 1992`yan di nava tevgerên jin û ciwanan de dest bi têkoşînê kiriye.

Gulan sala 2016`an, wekî şêwirmenda Meclisa Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê û şêwirmenda Desetya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar meşand.

Gulan weke endam cihê xwe di nava Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de jî digire sala 2022`yan, wekî endam di Meclisa Jinan a Sûriyeyê de kar dike.

Di kongreya duyemîn a Meclisa Jinan a Sûriyeyê de ji bo koordînasyona meclisê hate hilbijartin.

Fenar Îsa Abo ji pêkhateya Suryan e. Sala 1984`an li Qamişloyê ji dayîk bûye.

Fenar sala 2017`an cihê xwe di rêveberiya meclisa bajarê Qamişloyê de girt û heta 6 salan di meclisê de xebat meşand.

Fenar ji 2024`an ve di Meclisa Jinan a Sûriyeyê de kar dike û di kongreya duyemîn a meclisê de wekî endamê koordînasyona meclisê hat hilbijartin.

Rîhab Îbrahîm Îbrahîm ji pêkhateya Ereb e. Sala 1967`an li Tartûrsê jidayik bûye.

Rîhab çalakvaneke sivîl û hiqûqî ya serbixwe ye.

Parêzer e û ji peymangeha amadekirina mamosteya derçûye.

Di sala 2022’yan de beşdarî kongreya Brukselê ya ji bo pêşeroja Sûriyeyê bibû.

Jê ajansa lêkolînên stratejîk a Spanyayê. Rîhab yek ji damezrînerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê ye û cihê xwe di desteya rêveber de girt.

Di kongreya duyemîn de ji bo koordînasyona meclisê hate hilbijartin.

Back to top button