![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2021/05/NEXWSXANE-HECIN.jpg)
Rêveberiya Xweser li Dêra Zorê li Navçeya Hecînê, nexweşxaneya giştî a navçeyê vedike.
Girêdayî mijarê,Endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya gundewarên rojhilatê Dêra Zorê Meryem El-Ewad ji ajansa Hawarê re axivî.
Meryem El-Ewad diyar kir ku Rêveberiya Xweser di 12`ê Cotmeha 2020`an de li ser du qonaxan, dest bi xebatên sererastkirina Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê kiribûn niha jî ev xebat bi dawî bû.
Meryem El-Ewad diyar kir, di qonaxa yekemîn nexweşxane ji bermahiyên şer hat paqijkirin.Ev xebat ji aliyê tîmeke pispor ve hat kirin.
Meryemê got:
“Di qonaxa du yemîn de xebatên lêkirinê dest pê kirin.
Piştre jî xebatên dirêjkirina torên kanalîzasyon,avê,torên kehrebeyê,torên gaza tenduristî û beşa pêwendiyên yê elektronîk hwd hata kirin.”
Di dawiyê de Meryem El-Ewad bibîrxist ku ew niha jî li hêviya alavên tenduristiyê û kadroyan e,da ku dest bi vekirina nexweşxaneyê bikin.
Nexweşxaneya Hecînê li herêmê duyemîn mezintirîn nexweşxane ye, xizmeta 350 hezar şêniyan dike.