Macron serdana Kaledonyaya nû kir

Li Kaledonyaya Nû hefteya borî 6 kes di xwepêşandanan de mirin.
Li heremê rewşa awarte hate ragihandin.
Ji ber wan bûyeran Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana Kaledonyaya Nû kir.

Li Kaledonyaya Nû di xwepêşandanên ku hefteya borî destpêkirin 6 kes mirin.

Ji ber rageşiyê dikan, wesayît, cihên kar hatin talankirin û şewitandin.

Ji ber wan bûyeran Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana Kaledonyaya Nû kir.

Macron di civînekê de ligel serokên siyasî û bazirganî yên li paytext Nûmeayê got:

“Di saet û rojên pêş de, dema ku hewce bike dê operasyonên nû yên mezin werin plansaz kirin, û nîzama komarê dê bi tevahî ji nû ve were saz kirin.”

Rêyên li seranserê giravê roja Pêncşemê ji hêla barîkatên xwepêşanderan ve girtî man, û niştecîhan li ser medyaya civakî şîret li ser awayên ewledar ên peydakirina xwarin, neft û derman şandin.

Macron berê jî bi helîkopterê li ser herêmên ku ji ber şewatê wêran bûbûn firîya, ku bi buldozeran hewl dida kavilan paqij bikin.

Şaredarên taxên ku herî zêde ji protestoyan bandor bûne, tevî lîderên alîgirê Fransa û serxwebûnê beşdarî civîna Macron a li Sefaretxaneya Bilind a Fransayê bûn.

Ji ber Rewşa Awarte ya li giravê, Macron anî ziman ku heke hewce bike di Olîmpiyadên Parîsê de jî dê bi tevahî 3 hezar kes di bin ewlehiyê de bimînin.

Macron got:

“Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku divê rewşa awarte neyê dirêjkirin.”

Macron: Dê rewşa awarte heta demên pêwîst bidome

Xwepêşander ditirsin ku reforma hilbijartinê ya ku ji hêla qanûndanerên Fransî ve hatî pejirandin dê dengên Kanakên xwecihî, ku ji sedî 40 ji 270 hezar nifûsa giravê pêk tînin, kêm bike û derbasbûna referandûmên serxwebûnê yên pêşerojê dijwartir bike.

Ji bo erêkirina reformê divê herdu meclisên parlamentoyê bicivin.

Serokên siyasî yên Kanak ên xwecihî yên ku bi Macron re hevdîtin pêk anîn , serokê hikûmeta Kaledoniya Nû Louis Mapou û serokê Kongreyê Roch Wamytan, îmzekarê Peymana Noumea ya 1998’an bû ku dawî li tundiyê ya deh salan anî û rê li ber xweseriya hêdî-hêdî xêz kir.

Di sala 2021’an de bidawîbûna peymanê û boykota Kanak a referandûma serxwebûnê ya ku di dema pandemiya korona de pêk hat, xitimandinek nû ya siyasî çêkir.

Beriya civînê, bloka Kanak û Eniya Rizgariya Netewî ya Sosyalîst ku alîgirê serxwebûnê ne, daxuyaniyek da û diyar kir ku ew li bendê ne ku Macron daxuyaniyeke bide.

Back to top button