Li Lîbyayê… hikûmta Lîbî serçeteyekî îxwanan kir wekîlê karûbarên komîsarxaneyê

Hikûmeta Yekîtiya Nîştimaniya Lîbî 4 wekîl bo wezareta derve ku di nav de serçeteyekî Burkan El-Xedebê heye, erkdar kirin.

Serokê hikûmetê Ebdulhemîd El-Debîbe “Mihemed Xelîl Îsa” weke wekîlê karûbarên komîsarxaneyê (qunsiliye) erkdar kir.

Mihemd Xelîl Îsa li gorî agahiyan, fermandarê meydanî yê operasyona Burkan El-Xedebê ya Îxwanî ye.

Çavdêrên siyasî diyar dikin ku gava ku El-Debîbe avîtiye, ji bo razîkirina çeteyên Erdogan e.

Tevî ku rojane hêzên navdewletî banga derxistina çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê dike, lê roj bi roj El-Debîbe vîna xwe radestî Îxwanên Erdogan dike.

Back to top button