![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/Adjustment-Layer.01_08_41_02.Still183.jpg)
Duh şandeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Swêdê û Berdevkê Fermî yê têkiliyên derve yê Partiya Çep a Swêdê Hokan Svenneling re hevdîtinek pêk anî.
Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser yê welatên Skandînavyayê Şiyar Elî bi endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Swêdê û berdevkê têkiliyên derve yê Partiya Çepir a Swêdê Hakan Svenneling re hevdîtin kir.
Hevdîtin li Navenda Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Stockholmê pêk hat.
Nûnerên Rêveberiya Xweser rewşa Sûriyê, geşedanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û xetereya çeteyên DAIŞ’ê bi aliyê siwêdî re parve kirin.
“Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê tekoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng dike”
Nûnerên Rêveberiya Xweser anîn ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ewlehiyê xirab dike.
Bi teybet êrişên li dijî binesazî û navendên xizmetê bi sed-hezaran kes ji xizmetên mirovî bê par mane.
Ev êriş heman demê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî asteng dike.
Aliyê Rêveberiya Xweser bal kişandin ser Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hilbijartinên şaredariyan.
Parelmanetoyê Swêdayê Hakan Svenneling jî diyar kir ku civata navneteweyî bi pirsgirêkên din re mijûl e û pirsgirêkên wekî “terorê” paşguh dike û got:
“Mijara terorê gelekî girîng e, nabe were paşxistin.
Xetereya wê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê mezin e,
lewra divê ev pirsgirêk di çarçoveya eleqedayînê de be.”
Parelmanetoya Swêdayê hilbijartinên şaredariyan li herêmê erênî nirxand
Svenneling biryara Rêveberiya Xweser a pêkanîna hilbijartinên şaredariyan jî erênî nirxandin û got:
“Rêveberiya Xweser tevî astengiyan jî, bi projeya xwe ya demokratîk ve girêdayî ye û bi israr e ku projeya xwe bidomîne.”
Aliyan li ser zêdekirina rêzecivînên ji bo xurtkirina têkiliyan li hev kirin.