![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/DIMEN-LOGO.00_01_59_04.Still002.jpg)
Ji duh bi şev ve heyanî îro danê nîvro dagirkeriya tirk êrişên xwe li ser kantona Minbicê nesekinandiye.
Bomberdûmanê saet di 12:00 de heta danê vê sibehê dest pê kir.
Di bomberdûmanê de hemû gundên El-çat ,Eûn, El-Dadat El-Toxar ên gundewarên bakur-rojhilatê Minbicê bi 24 topên hawan û obîsan hedef girtin.
Her wiha gundên El-Dendaniya 8, El-Seyada 59 û El-Yanli 10 li gundewarên bakurê rojavayê Minbicê bi topên hawan û obîsan hatin top barankirin.
Li gundê Um Setih ê gundewarê Minbicê jinekê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hevjînê wê jî birîndar bû.
Di êrişên li ser Minbicê de 4 kes ji malbatekê birîndar bûn
Gundên El-Kewkli, Qert Wiran û El-Erîma bi 64 topên hawan û topan û gundê Cib Mexzûm a gundewarê rojavayê Minbicê jî bi 7 topên hawan û topan ketin.
Li gundê Oseclî ji ber topbaranê ji malbatekê 4 kes birîndar bûn.
Ji wan 4 kesan Abdullah El-Hîlal 10 salî birîndar bûye û lingê wî yê çepê qut bûye.