Li gundên rojavayê bajarê Girê Spî ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên çandiniyê ketiye.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Qizelî, Mencok, Korik û Huriyê yên rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi çekên giran topbaran kirin.
Di encama topbaranê de, agir bi zeviyên çandiniyê ket.
Li gorî şêniyan, şewatê qadeke berfireh a azeviyên çandiniyê da ber xwe.
Ekîpên agirkujiyê û şênî bi hever hewl dan agir bitefînin.
Dagirkeriya Tirk gundê Um El Qûra yê Şehbayê topbaran kir
Dagirkeriya Tirk gundê Um El Qura yê Şehbayê jî topbaran kir.