Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.
Bi meş û daxuyaniyan tecrîda li dijî Rêber Apo û biryara dirêjkirina cezayên dispilînê hate şermezarkirin û wiha gotin: “Ji bo şikenadina vê tecrîda girankirî, divê em asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî tecrîdê bihêrs in.
Rojane dadikevin qadan, çalakiyan li dar dixin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.
Bi vê armacê bi sedan xelkên navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê meşiyan.
Meş li ber çerxereya Sewami veguherî mêtingê.
Li wir Rêveberên Meclisa PYD’ê ya Til Hemîsê Heyal El Xiweyîr axivî, tecrîda li dijî Rêber Apo û bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got:
“Girankirina tecrîdê sûcek li dijî mirovahiyê ye.
Ji rêveberên Kongra Star a Tirbespiyê Munteha Mehmûd jî diyar kir ku tecrîd nîşaneya kîna dewleta Tirk li hember fikirê azad ê Rêber Apo ye û wiha anî ziman:
“Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê jî bi daxuyaniyekê got:
“Dewleta Tirk siyasetên xwe yên “kirêt” li dijî Rêber Apo didomîne û rêxistinên mirovî û yên hiqûqî bêdeng in.
Di serî de CPT, divê hemû rêxistinên hiqûqî û navnetewî bi erkên xwe rabin û tecrîda li dijî Rêberê mirovahiyê bidawî bikin.
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê jî daxuyaniyek da.
Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina fikr û felsefeya Rêber Apo tecrîdê girantir dike.
Jinan bang li hemû gelên aştîxwaz û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk bê deng nemînin.
Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî dirêjkirina cezayên dîsîplînê şermezar kir.
Hat eşkerekirin ku dewleta Tirk Îmralî veguhertiye cihekî leşkerî û tê de mafên mirovan tê binpêkirin.
Li vir jî bang li hemû rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku helwesteke zelal nîşan bidin.