Ciwanên herêmê dijî dirêjkirina cezayên dispilînê daketin qadan

Meclisa Ciwanên Şoreşger a Minbic, Dêrazorê û Kobanê bi meşên meşaleyî dirêjkirina cezayên dîsîplînê yên dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi dehan endamên saziyên sivîl, leşkerî, meclis û şêniyên kantona Minbicê tevlî meşê bûn.

Meş ji pêşiya çerxeriya Karkerê Paqijiyê destpêkir û ber bi çerxeriya Sebie Behrat dewam kir.

Di meşê de Hevserokê Meclisa Ciwanên Şoreşger a Minbicê Hisên El-Bekarî axivî û diyar kir ku cezayên dîsîplînê yên li ser Rêber Apo hatine sepandin ne tiştekî nû ye.

Tirkiye bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dixwaze vîna gelên azad qels dike.

Li Dêrazorê jî tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan meşeke meşaleyî li dar xistin.

Tê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên jî şermezar kirin.

Bi heman armancê li kobanê jî ciwan daketin qadan.

Back to top button