Çilaxa-Ji ber birûskê stsyona Til Elo şewitî

Birûskekê li hundirê stasyona kehrebeyê ya Til Elo ya navçeya Çilaxa ket, di encamê de şewat li qada stasyonê çêbû.

Stasyona kehrebeyê ya Til Elo dikeve başûrê navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê.

Ji ber birûskê, li qada stasyonê şewat çêbû.

Tîmên agirkujiyê yekser berê xwe da şewatê û beriya ku bigihîje zeviyên çandiniyê şewat vemirand.

Tîmên kehrebeyê jî, dest bi xebatan kirin, da ku zirarên lê bûne tamîr bikin.

Back to top button