28 Partiyan ruxset negirtine

Rêveberiya Xweser 20’ê Gulana 2018’an qanûna Partiyên siyasî derxistibû diyar kiribû ku divê hemû partiyên siyasî li gorî yasayên herêmê rûxsetên xwe bigirin.
Di dema ku Rêveberiya Xweser ji bo partiyên siyasî diyar kiribû de, 28 Partiyan ruxsetên xwe çênekirin.
Li gorî yasayan ev partî wê nikaribin tevlî hilbijartinan bibin û rêxistinbûnê xwe çêbikin.

Li gorî qeydên fermî, heta Adara 2024’an 40 partî û rêxistinan rûxset girtin.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dîroka hilbjartinan ji 30’ê Gulanê taloqî 11’ê Hezîranê kir.

Lê heta niha 28 partiyan ruxsetên xwe negirtine.

Dema ruxsetgirtinê hîn bidawî nebûye, lê li gorî yasayan partiyên ku ruxset negirtine, wê nikaribin tevlî hilbijartinan bibin.

Her wiha wê nikarin karûbarên xwe rêxistinkirinê jî bimeşînin.

Back to top button