Parêzerên Kantona Firatê derbarê biryara cezakirina li dijî siyasetmedarên Kurd panelek li dar xist.
Panel li Eywana Çand û Hunera Baqî Xido bi amadebûna bi dehan parêzer li dar ket.
Pêşî parêzer Viyan Eyûb axivî û got:
Ew siyasetmedarên me yên ji bo doza xwe têkoşîn kirin, hatin girtin.
Ew bi xwe dadgeheke li dijî hiqûqê ye û divê li hember wê yekê bertekên tund bên nîşandan.”
Parêzer: Divê yê bê dadgehkirin û darzandin Erdogan be
Parêzer Bedirxan Etê jî anî ziman ku Demîrtaş ji hikumeta Erdogan re bû tirsek û xwest bi wê yekê re, wî ceza bike û bixe zîndanê.
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Firatê Enwer Muslim diyar kir ku siyasetmedarên Kurd ji bo Kobanê seferber bûn û got:
Em jî weke gelê Kobanê ji bo wan seferber bibin. Van siyasetmedarên me di şerê li dijî terora DAIŞ’ê de piştgirî dan û li Kobanê xwedî derketin.
Parêzer Farûq Hinko jî destnîşan kir ku divê yê bê dadgehkirin û darizandin Erdogan be ne yên ku ji bo doza xwe di nava têkoşînê de ne.
Divê li dijî zulmê serî bê hildan û tevahî cîhan jî li dijî vê zulm bibe xwedî helwest.
Panel bi nîqaşan bi dawî bû.