Bertekên li dijî cezayên li girtiyên ‘Doza Kobanê’ dewamin

Bertekên li dijî biryarên ku di ‘Doza Kobanê‘ de hatin girtin dewam dikin.
Meclisa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzerên Mibicê ev biryar şermezar kirin.
Her wiha xelkê Kobanê jî diyar kirin ku ew ê li kêleka gelê xwe yê li Bakur Kurdistanê bisekinin û wan bi tenê nehêlin.

Dadgeha Cezaya Bilind a Enqereyê 16’ê Gulanê, li dijî hejmarek siyasetmedarên Kurd ceza birî.

Li gelek deverên Cîhanê û li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên li dijî van cezayan derketin.

Meclisa Edaletê û parêzerên Minbicê cezayên li girtiyan şermezar kirin

Meclisa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzeran a Minbicê bi vê armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Biryarên ku li dijî girtiyên “Doza Kobanê” hatine birîn, bi armanca veşartina rastiya AKP’ê ye ku piştgiriya DAIŞ’ê dike.

Ev biryar, ne hiqûqî ne, lê belê siyasî ne.

Bang li tevahî rêxistin û desteyên navnetewî hate kirin ku van sûcan rawestîn e û got:

“Tu rê li pêşiya Erdogan, ji bilî însiyatîfa aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û destpêkirina dan û standinan nemaye.

Xelkên Kobanê: Divê ev biryar wiha derbas nebin

Her wiha xelkê Kobanê jî hêrsa xwe ya li dijî van cezayan anîn ziman.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî diyar kir ku ev darizandin e û bi vî rêbazî li dijî siyasetmedarên Kurd tu edaletê temsîl nakin.

Ayşe Efendî bang li tevahî gelê Cîhanê kir ku li hember van siyasetan rabin ser piyan.

Ayşe Efendî dawiyê teqez kir ku ewê her dem li kêleka gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê û siyasetmedarên xwe bisekinin.

Back to top button