Nobeta azadiyê li Fransayê di hefteya 621’an de didome

Nobeta Azadiyê a li Fransayê di hefteya 621’an de didome.
Saîd Cizîrî ku di koma vê hefteyê de cih girt anî ziman ku divê ew bi hemû derfetên xwe vê tecrîdê bişkînin.

Nobeda Azadiyê ya ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin, di hefteya 621’an de ye.

Nobed, di vê hefteyê de 4 welatparêzên ku ji bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hatin dewr girtin.

Li ser navê komê Saîd Cizîrî axivî û diyar kir ku tecrîda 4 salan a li dijî Rêber Apo pir giran e û got:

“Heta ku em agahiyekê jê bigrin, em her tim di nobetê de bin.”

Saîd Cizîrî destnîşan kir ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de çalakiyên xwe mezin bike û wiha pêde çû:

“Li dijî tevgera me pêvajoyeke giran hatiye destpêkirin.

Divê gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê rola xwe bilîze.

Divê em dengê xwe bigihînin Konseya Ewropayê û CPT’yê.”

Back to top button