Partî û tevgerên li herêmê: Çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye

Di çarçoveya pêngava Cîhanî de, Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê hevdîtinên xwe bi parityan hîna pêk tîne.
Ev hevdîtin bi armanca naskirina helwesta partî û rêxistinan ya li ser rewşa Rêber Apo tên kirin.
Îro jî, Însyatîfê 5 hevdîtin li navendên partiyan pêk anîn.

Şandeya Însiyatîfê îro serdana navendên (Tevgera Çaksazî, Partiya Demokrat a Kurdistanî, Yekitiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Dîmuqrata Kurdistanê – Rojavayê Kurdistan) kir.

Berdevkê însiyatîfê, Ferzende Munzur giringiya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” şîrove kir.

Rêveberê Tevgera Çaksazkirin-Sûriya Emced Osman axivî û got:

“Doza Kurd li Îmraliyê girtî ye.

Pêwîstiya çerserkirina pirsgirêka kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye.

Lewra her tiştê ku ji me bê xwestin, em amade bikin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dîmukrata Kurdistanê – Rojavayê Kurdistan Refîq Îbrahîm jî destnîşan kir ku tevahî cîhan gelê Kurd bi felsefeya Rêber Apo naskir û wiha got:

“Rêbertî ne tenê gelê Kurd temsîl dike, lê tevahî gelên bindest ên cîhanê temsîl dike.”

Inisiyatîfa Azadiya Rêber Apo a Sûrî serdanên bi partiyan re dewam dike

Back to top button