Yekitiya Parêzeran a Helebê “Cezayên Dîsplînî” ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca girankirina tecrîdê li dijî Rêber Apo derdixe, şermezar kirin.
Xelkê Hesekê jî derbarê tecrîda li ser Rêber Apo axivîn û gotin:
“Em ê heta dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”
Dewleta Tirk a dagirker ji 25’ê Adara 2021’an ve tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dide meşandin û rê nade parêzer û malbata wî ku hevdîtinê bikin.
Li hemberî wê gelê Herêmê û dostên kurdan bi rêya çalakiyên cuda nerazîbûna xwe nîşan dide.
Yekîtiya Parêzeyên Helebê tecrîda li ser Rêber Apo red kir
Yekîtiya Parêzerên Helebê bi daxuyaniyekê ev biriyar şermezar kirin.
Yekîtiyê da xuyakirin ku cezayên der-qanûnî û ne destûrî” yên li dijî Rêber Apo, cezayên li dijî tevahî gelên bindest ên azadîxwaz in.
Dewleta Tirk hewl dide di şexsê hedefgirtina Rêber Apo de, hemû gelan bike hedef.
Yekîtiyê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û CPT’ê kir ku xwedî li erkê xwe yê qanûnî û mirovî derkevin.
“Divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakeve qadan”
Xelkê bajarê Hesekê jî bê navber ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.
Ciwanê bi navê Mihemed Haco tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir.
Welatî Remedan Fetah jî diyar kir ku pêwîst e her kes asta têkoşînê bilind bike, ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi asta têkoşîna me ve girêdayî ye.



