Ji bo parastina çandiniyê her kes seferber bûye

Ji bo parastina çandiniyê şênî û aliyên têkildar seferber bûne.
Şêniyên gundê Aliya yê Tirbespiyê û Minbicê diyar kirin ku çete agir bi zeviyan dixin, ji bo ku wan bidin koçberkirin, lê wê armancên wan pêk neyên û gotin:
“Em ranazên da ku qûta xwe biparêzin.”

Ji bo ku berhemên çandiniyê bê zirar bên çinîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyên rewşên awarte hatine avakirin.

Erebeyên agirkujiyê û bi hezaran dilxwaz, karker û cotkar karê xwe dikin, ji bo ku berheman biparêzin.

Nemaze zeviyên li eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re.

Heta niha li gundewarên Til Temir, Zirgan, Minbic û Şehbayê di encama topbarana dagirkeran de, bi hezaran donim şewitîne.

Şêniyên Tirbespiyê: Em ranazên da ku qûta xwe biparêzin

Şêniyên gundê Aliya yê Tirbespiyê ku nêzî sînorên Bakurê Kurdistanê ye, kom ava kirine da ku dema şewatek çêbe, demildest destwerdanê bikin.

Cotkarê bi navê Xorşîd Kindî diyar kir ku ew tevî şêniyên gund derdikeve dewriyeyan û got:

“Em şêniyên gundên nêzî sînor, zeviyên xwe diçînin.

Lê heta çinînê em bi fikar in ku dewlet aTirk a dagirker wan bişewitîne.

Em ranazên da ku qûta xwe biparêzin.”

Cotkarê bi navê Behrem Hemo jî got:

“Heke em zeviyên xwe neparêzin, wê di xetereyê de bin.”

Cotkarê bi navê Ferec El Dîn jî anî ziman ku ruxmî ku gundê wan ji sînor dûr e, lê dîsa jî ew bi şêniyan re derdikevin dewriyeyê.

Li Minbicê ji bo parastina zeviyan şênî bi komîteya rewşa awarte re kar dikin

Li gundewarên Minbicê jî, şênî bi komîteya rewşa awarte re kar dikin da ku nehêlin agir bi zeviyan bikeve.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê 3’yê Nîsanê komîteya rewşên awarte ava kiribû.

Têkildarî mijarê endamê komîteyê yê bajarê Muhteriq ê kantona Minbicê Mehmûd El Esed got:

“Hin kom bi şev nobetê digirin û hin kom bi şev digirin.

Her kes hevkariyê dike ji bo ku zeviyan biparêzin.”

Mehmûd El Esed: Dagirkerî tîmên agirkujiyê dike armanc

Endamê Foca Agirkujiyê ya Geraca Şaredariya Gel a kantona Minbicê Îbrahîm El Xelef jî diyar kir ku dewlata Tirk a dagirker tîmên agirkujiyê dike armanc û got:

“Dema topbaran raweste em destwerdanê dikin.

Lê heke topbaran berdewam bike, şênî zeviyan bi traktoran diajon.”

Şêniyê bi navê Tamir Ebû Mistefa jî destnîşan kir ku çete agir bi zeviyan dixin, ji bo ku wan bidin koçberkirin, lê wê armancên wan pêk neyên.

Back to top button