Ev êrişên hovane rastî nerazîbûna xelkên Minbicê hat.
Bi navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Minbicê daxuyaniyek hat dayîn.
Desteyê diyar kir tevî 13 salin Sûriyê di aloziyê re derbas dibe, lê herêma bakur û rojilatê Sûiyê karî xwe di bin sîwanekê de xwe rêve bibe û bi hevre bi ewlehî û aramî jiyan bike.
Ev herêm ji bo tevahiya sûriyê nimûne ye, lê li xweşiya Erdogan nayê û her bi riya êrişan dixwaze destkeftiyên pêkhateyan û ewlehiya li vir têk bibe.
Desteya Perwerdê: Pêwîste saziyên mirovî û unicef bi erkên xwe rabin
Dewleta Tirk rojana gundên kantona Minbicê topbaran dike, ev jî bû sedem ku hin dibistan werin girtin û zarok ji mafê xwe yê perewrdeyê bimîne.
Desteyê diyar kir ku ev zêdegavî û êrişên dewleta Tirk qanûnên navneteweyî derbas kirine û kes dengê xwe nakê.
Dawiyê bang li saziyên mirovî û tayîbet Saziya mafê Zarokan UNICEF hat kirin ku bi erkên xwe rabin û dawî li êrişan bênin.
Her weha hat gotin wê ev êriş nikariba vîna xelkên herêmê têk bibe û wan dûrî axa wan bike