Li Zap û Metînayê hêzên gerîla li dagirkeran xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap û Metînayê li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.
HPG’ê ragihand ku dagirkeran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî sûcên şer dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir li herêma Zapê 20’ê Gulanê hêzên wan li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran li dagirkeran xistin.

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyê de, konteynirek dagirkeran îmha bû û got:

Hejmara dagirkerên di konteynirê de hatin cezakirin û birîndar kirin, nehate zelalkirin.

HPG’ê destnîşan kir ku 22’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî yê Zapê jî, li dijî dagirkerên ku li qadê digeriyan çalakî kirin, liv û tevgera dagirkeran hat rawestandin.

Her wiha heman rojê li herêma Metînayê jî, gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Qadên gerîla 6 caran bi çekên kîmyewî qedexekirî hatin bombekirin

Dawiyê HPG’ê derbarê êrişên arteşa Tirk a dagirker û sûcên wê yên şer agahî dan û wiha got:

22’ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, Girê Cudî û Amediyê,

2 caran bi gazên kîmyewî, 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Herêmên Xakurkê, Metînayê û Rojavayê Zapê jî bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Back to top button