Hilbijartina parlementoya başûrê Kurdistanê careke din paş ket

Li Başûrê Kurdistanê diyarkirina dema hilbijartinê bûye cihê pirskirêkan.
Bêtirî 2 sala ye ku hilkumeta Başûr nikare hilbijartinê lidar bixe.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê dibêje divê demek nû ji bo hilbijartinê were diyarkirin.
Cîgirê Serokê hikûmeta demborî ya Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî diyar kir ku wê îsal hilbijartina were lidarxistin.
Lê heta niha jî hikumeta Başûr biryareke zelal nedaye.

Çav li rê bû ku di 10’ê Hezîranê de li Bşûrê Kurdistanê hilbijartina Parlamentoyê bihata lidarxistin.

Lê ji ber metirstiya PDK’ê ya ji beşdarbûna hilbijartinê dema wê hate paşxistin.

Duh Parlamentoya Iraqê temenê Komîsyona Hilbijartinê heta 6 mehan dirêj kir da ku di nava vê demê de hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê were lidarxistin.

“Divê demek nû ji bo hilbijartina parlamentoya herêmê were diyarkirin”

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku piştî biryara Desteya Dadweriyê, divê demek nû ji bo hilbijartinê were diyarkirin.

Lê heta niha hikumeta Başûr têkîldarî mijarê biryarek zelal nedaye.

Serokê Tîma Ragihandinê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Îmad Cemîl ji medya Iraqê re rewşa heyî ragihand.

Îmad Cemîl destnîşan kir ku divê kartên hilbijartinan biguherînin û li gorî biryara Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan kursiyan ji nû ve dabeş bikin û got:

“Berê jî rêkarên îdarî yên proseyê dewam bûn, lê niha karê teknîkî û darayî hatiye rawestandin û pêwîste komîsyon rojeke nû ya hilbijartina Parlamentoyê diyar bike.”

Wê kengê hilbijartinên başûrê Kurdistanê bêne lidarxistin?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya çend rojan Desteya Dadweriyê biryar da ku ji 11 kursiyên kota yên ku bi biryara Dadgeha Federal hatibûn rakirin, 5 kursî ji bo pêkhateyan were vegerandin.

Li gorî vê yekê wê du kursî ji bo Hewlêr, du ji bo Silêmanî û yek ji bo Dihokê be.

Qubad Talebanî: Wê îsal hilbijartina parlementoyê pêk were

Tevî paşxketina dema hilbijartinê jî YNK’e dixwaze ku di zûtirîn dem de hilbijartin were lidarxistin.

YNK’e di vê daxwaziyê de ye ku mijara hilbijartinê di sala 2024’an de bi dawî bibe.

Cîgirê Serokê hikûmeta demborî ya Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî di bernameyekî telvîzyonê de têkildarî hilbijartinê got:

“Wê îsal hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin.”

Ji ber derketina aloziyê Hilbijartina Serokê nû yê Parlamentoyê hat paşxistin

Back to top button