Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo Gerîlaya YJA-Starê Diljîn Azadî a ku di 23’yê Nîsana 2024’an di berxwedana li herêma Xakûrkê şehîd bû merasîmek sersaxiyê li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.
Endamên saziyên sivîl, leşkerî, nûnerên partiyên siyasî û gelek şênî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi torana leşkerî ya şervanên YPJ û YPG’ê dest pê kir.
Piştre bi navê hêzên leşkerî Avaşîn Efrîn axivî û tevahî şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û got:
“Keça Efrîna dagirkirî bi tevlêbûna xwe ya nava gerîla û berxwedana xwe ya li Xakurkê dîrok bi xwîna xwe nîvisand.”
Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Beyrem bal kişand ser berxwedana li çiyayê Kurdistanê û got êrişên bi çekên giran û hevkariya PDK’ê dê bi têkoşîna gerîlayên me têk biçin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Diljîn hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.