Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbat û gelê kurdistanê re xwest û got:
“Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn heta kêliya dawî li ser xeta Rêbertî bi biryardarî meşiyan.
Emê têkoşîna hevrêyên xwe bighînin serkeftinê.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir.
Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn di êrîşa dijmin a 23’yê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê pêk hat de şehîd bûn:
Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn, milîtanên qehreman ên têkoşîna azadiya jinê bûn.
Heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Rêbertiyê xwedî helwesteke zelal û bênavber bûn.
Bi tevlêbûna xwe ya bi coş, sade û dilnizim weke milîtanên mînak ketin dîroka têkoşîna me.
HPG: Têkoşîna hevrêyên xwe emê bighînin serkeftinê
HPG’ê herî dawî ji gelê kurdistanê re sersaxî xwest û got:
“Em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn re û ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Emê têkoşîna hevrêyên xwe bighînin serkeftinê.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ne:
Nasnav: Nûjiyan Îsyan
Nav û paşnav: Hatîce Kaya
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik: Naciye
Navê Bav: Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 23’yê Nîsana 2024 / Xakurkê
Nasnav: Diljîn Azadî
Nav û paşnav: Hêva Kilêvçek
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik: Fehîme
Navê Bav: Ebdulrehman
Dem û cihê şehadetê: 23’yê Nîsana 2024 / Xakurkê