Li Tirkiyê hiqûqnasên ji bo azadiyê daxwaza fermîkirina Zimanê Kurdî dikin

Li Tirkiyê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê wê ji bo Kurdî bibe Zimanê Perwerdehiyê wê serî li Meclisê û Wezareta Perwerdeyê bide.
Serlêdan bi armanca ku kurdî li Tirkiyê bibe Zimanê Perwerdeyê wê pêk were.
Endamê komeleyê Baran Elma got ku wê rêxistinên din jî tevlî kampanyayê bibib.

Li Tirkiyê hewldan û daxwazên fermîkirina Zimanê Kurdî li pêş in.

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), ji bo Kurdî bibe zimanê Perwerdehiyê amadekariyên kampanyeyekê dike.

OHD, dê di çarçoveya kampanyayê de bi awayekî fermî serî li Meclisê û Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî (MEB) bide.

Derbarê wê de endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Baran Elma axivî.

Baran Elma: Nasnameyek bê Zimanê Dayîkê nabe

Baran Elma balkişand ser girîngiya Zimanê dayîkê û got ku ziman meseleya hebûnê ye û wiha dewam kir:

“Gava mirov wiha difikire, bê guman Zimanê dayîkê parçeyeke hebûna mirov e.

Nasname jî di çarçoveya zimanê dayîkê de tên meydanê û nansameyeke bê zimanê dayîkê nabe.

Lewma em girîngiyê didin zimanê dayîkê û em xebatên xwe yên di vî warî de pêk tînin.”

Elma destnîşan kir ku ew mafê perwerdehiya bi Zimanê dayîkê yê kurdan diparêzin û ev tişt anî ziman:

Baran Elma: Divê Perwerdeya bi Zimanê Kurdî li Tirkiyê esas were girtin

Zimanê kurdî di pergala fermî ya Tirkiyê de esas nayê girtin.

Li Meclisê bi xwe jî gava hin parlementer bi kurdî diaxivin kurdî wekî ‘Zimanê nayê naskirin’ tê tomarkirin.

Me jî got, çima ev wê wiha bidome.

Paşê me biryar girt ku em daxwaznameyekê ji Wezareta Perwerdehiyê ya neteweyî û Meclisê re bişînin.

OHD: Em ê daxwaznameyekê ji bo Meclisê û Wezareta Perwerdehiyê re bişînin

Endame Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Elma got ku ew ne bi tene ne u wiha ani ziman:
Me kampanyayeke bi vî awayî da destpêkirin.

Me pêwendî bi rêxistinên hiqûqê yên din re jî danî.

Me daxwaznameyeke berfireh amade kir û em ê îmzeyê ji rêxistinên din jî kom bikin.

Gava pêvajoya îmzeyê biqede em ê daxwaznameya xwe berpêşî meqamên fermî bikin.”

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Elma di dawiya axaftina xwe de got ku perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafê mirov e û divê esas bê girtin.

Back to top button