“Dewleta Tirk çekên qedexe bi kar tîne divê were cezakirin”

Li Başûrê kurdistanê êrîşên dewleta Tirk zêde dibin.
Bertek û nerazîbûnên gelê kurd li hemberî êrîş û dagirkeriyê jî berdewam dike.
Pêşmergeyê Dêrîn Helo Qerenawî têkildarî karanîna çekên kîmyawî û êrîşên li ser Başûr axivî û got:
“Dagirkerên Kurdistanê dema nikarin li beramberî îradeya gelê Kurd biserkevin, çekên qedexekirî bikartînin. Lê gelê Kurd bi ti rengî ji çekan natirse.”

Her ku diçe dewleta Tirk zêdetir çekên qedexekirî li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê bikartîne.

Ev jî di demekî de ye ku li gor yasayên navdewletî karanîna van çekan tawanê şere.

Lê rojane dewleta Tirk a dagirker li deverên cûda li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê van çekan bikartîne.

Aliyên peywendîdar ên navdewletî jî bi bêdengbûna xwe hevkariya vî sucê dewleta Tirk dikin.

Pêşmergeyê Dêrîn Lîwa Helo Qerenawî di derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê her wiha karanîna çekên qedekirî yên li dijî gerîlayên azadiyê de axivî.

Pêşmergeyê Dêrîn Lîwa Helo Qerenawî: Dagirker hemû cûrên çekên qedexe bikartînin

Lîwa Helo Qerenawî da zanîn ku çekên kîmyawî li ser asta navdewletî wek çekek qedexe hatiye diyarkirin û got:

“Lê tevî vê çendê jî dagirkerên Kurdistanê dema dibînin li beramberî îradeya gelê Kurd bisernavkevin, destê xwe dirêjî hemû cûrên çekan bi taybetî jî çekên qedexe dikin.

Lê tişta bi êş ewe ku yên van cûrên çekan bikartînin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nayên cezakirin.

Dewletên ku van çekên qedekirî bikartînin nayên cezakirin û çav ji wan re tê girtin.”

Helo Qerenawî: Gelê Kurd bi ti rengî ji çekên ku dagirker bikartînin natirse

Pêşmergeyê Dêrîn Helo Qerenawî diyarkir ku wê dewleta Tirk nikaribe bi çekên kîmyawî dawiya Kurdan bîne û got:

“Armanca dewleta Tirk a karanîna van çekan tirsandina gelê Kurde.

Lê gelê Kurd bi ti rengî ji çekên ku dagirker bikartînin natirsin, nikarin bandorê li ser îradeya gelê me bikin û wan ji têkoşînê dûr bixin.”

HPG’ê di rojên borî de di daxuyaniyek de ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di navbera rojên 16, 17 û 18’ê Gulanê de li qada berxwedanê ya li Girê FM li Rojavayê Zapê 18 caran çekên kîmyawî û jehrî, her wiha 5 caran jî teqemeniyên qedexekirî bikaraniye.

Fermandarê berê bang li ‘Pêşmergeyên Roj!’ kir: Bila dagirker we nexapînin

Back to top button