Duha El-Ezawî: Kuştina Eyde sûceke, divê sûcdar werin cezakirin

Endamên Meclisa Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê kuştina zaroka 13 salî Eyde El-Seîdo şermezar kir û diyar kirin ku divê rê li pêşiya mîna van sûcên neexlaqî bê girtin. Hiqûqnasan banga hesabxwestina ji kujeran kir.

Bertekên li hemberî sûcê kuştina zaroka bi navê Eyde El-Seîdo ya ji Hesekê û bangên darizadnina sûcdaran zêde dibin.

Dadgera di Meclisa Edaleta Civakî ya Reqayê de Duha El-Ezawî diyar kir ku sûcê ku li dijî zaroka 13 salî hate kirin wijdanê tevahî mirovahiyê hejand.

Duha got:

Gelo ji bo çi ev zarok bi vî rêbazî hovane hat kuştin.

“Ev suc ne encama zihniyeta îro ye”

Duha destnîşna kir di gelek civakan de heger jin serî ji malbat urf û adetan re danexe tên çewisandin û kuştin û wiha domand:

Heta ku şaştiyek kiribe jî diviyabû malbata wê pê re nîqaş kiriba û ew hişyar kiriba.

Dadgera di Meclisa Edaleta Civakî ya Reqayê de Duha El-Ezawî herî dawî got:

Li gorî qanûnan divê sûcdar bi awayekî tund werin cezakirin, da ku ev sûc din careke din li dijî zarokan neyê kirin.

Em bi rêya komîteyên qanûnî tê bikoşin heta ku civak ji vê zihniyetê rizgar bibe.

Mihemed El-Îsmaîl: Qanûn qetilkirina zarokan qebûl nake

Girêdayî heman mijarê hiqûqnas Mihemed El-Îsmaîl jî diyar kir ku ji vê sûcê diyar dibe ku ne nûye, lê encama zihniyeta berê ya civakan e.

Hiqûqnas Mihemed anî ziman ku di aliyên exlaqî û qanûnî de nabe ev sûc were pêkanîn.

Ev sûc kiryarekî hovane ye û ji aliyê urf, adet û civakên mirovahiyê ve tê şermezarkirin.

Divê em û aliyên têkildar rê li pêşiya mîna van sûcan bigirin da ku di civakê de belav nebin

Back to top button