Lîsteya hêza PDK’ê ya ku tê de navê kesên ku PDK’ê di bin navê Yekîneya parêzvanên Sînor ên Iraqê de wan li dijî gerîla perwerde dike heye, hate bidestxistin.
Di lîsteyê de navê 360 kesî heye.
Li gorî agahiyan, ên ku perwerdeyê temam dikin jî piraniya wan ber bi herêmên Dihok û Amediyê ve têne şandin.
PDK’ê bi hêza dijî gerîla perwerde dike li zaxo meşa leşkerî lidarxist.
Li herêma ku di bin kontrola PDK’ê de ye, dîmen hatiye qeydkirin.
Xuya ye dîmen piştî dewreyeke perwerdeya leşkerî hatiye kişandin.
Li navenda bajarê Zaxoyê weke pêşandaneke hêzê ye.
Hate hînbûn, hêza navborî ew hêza PDK’ê ye ku di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê de ji bo bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerde kiriye.
ANF’ê lîsteya navê endamên vê hêza hatiye perwerdekirin weşand.
PDK ku di oxira desthilatdariya xwe de paşeroja welatekî ji holê radike, ji bo karibe xwe ji rewşa heyî rizgar bike ketiye nava hewldanan.
Hewldanên PDK’ê kir ku Başûrê Kurdistanê ber bi hilweşînê ve biçe.
PDK’ê bang li artêşa Tirk kir ku şoreşger, demokrat û hêzên welatparêz bikukje.
PDK di bin navê siyaseta hevsengiyê de her devera Başûr pêşkêşî bazarê kiriye.
PDK tevlîbûna li planên dagirkeriyê yên nû yên Tirkiyê ji bo xwe weke rêya rizgariya desthilatdariya xwe dibîne.
Hate ragihandin ku bi vê armancê, giraniyê dide ser hêza bi navê Yekîneya Parêzvanê Sînor ê Iraqê, ku li dijî hêzên gerîla amade dike.
Li navenda Zaxoyê meşa leşkerî
Li gorî agahiyan, hêza ku li navenda bajarê Zaxoyê bi dirûşman meşiya, li hin deverên herêmê hatin perwerdekirin.
Navên kesên ku PDK wan li dijî gerîla perwerde dike hatin bidestxistin
Her wiha li gorî agahiyan, PDK ji bo vê hêzê di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê de kom bike, di serî de Zaxo li gelek deveran kar kiriye.
ANF’ê lîsteya navê vê hêzê ku PDK di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê, li dijî gerîla perwerde dike weşand.
Di lîsteyê de navê 360 kesî heye
Di lîsteyê de navê 360 kesî heye.
Li gorî agahiyan, ev hêz ji hêza taybet a PDK’ê, Zerevanî, hêzên Gulan ên ser bi Mesrûr Barzanî ve pêk tê.
Yên ku perwerdeyê temam dikin ber bi Dihok û amediyê ve têne şandin
Her wiha tê gotin, PDK di bin navê Yekîneya Parêzvaniya Sînor ên Iraqê de hêzê kom dike.
Yên ku perwerdeyê temam dikin jî piraniya wan ber bi herêmên Dihok û Amediyê ve têne şandin.