Li Til Temirê zarokek ji ber teqîna mayînê birîndar bû

Li Til Temirê zarokek ji ber teqîna mayîna çeteyan birîndar bû.

Li gundê Mezriyê yê bakurê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên çeteyan, zarokê bi navê Elî Mihemed Xilêf ê 14 salî birîndar bû.

Elî Mihemed birin Nexweşxaneya Zawsîng a bajarê Til Temirê.

Li gorî bijîşkan, Elî ji zendê xwe yê rastê û lingê xwe yê rastê ve birîndar bûye, piştî mudaxleya lezgîn rewşa wî aram bûye.

Back to top button