Akademisyeneke Amerîkî Pirtûkek li ser Rojavayê Kurdistanê nivîsand

Lêkolînera Amerîkî Amy Austin Holmesê pirtûkek li ser Rojavayê Kurdistanê nivîsand.
Di pirtûkê de lêkolîn li ser QSD, Rêveberiya Xweser, YPG û YPJ’ê hatiye kirin.
Pirtûk ji 250 rûpelan pêk tê û beşek jî behsa dîroka Rojavayê Kurdistanê dike.

Lêkolînera Amerîkî Amy Austin Holmesê li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê pirtûkek nivîsand.

Amy Austin Holmes li Zanîngeha Georgetownê ya Washingtonê akademîsyen e.

Ew ji sala 2015’an ve gelek caran çûye Rojavayê Kurdistanê.

Amy Austin Holmesê di berhema xwe de lêkolîn li xelk, hêzên leşkerî, rêxistin û Rêveberiya Xweser çêkiriye.

Lêkolînera Amerîkî pirtûka xwe ya bi navê “Statelet of Survivors -The Making of a Semi-Autonomous Region in Northeast Syria”yê li Wilson Centerê li paytextê Wahingtonê da nasîn.

Di danasîna pirtûkê de nûnerên MSD’ê Besam Ishaq û Sînem Mihemed amade bûn.

Amy Austin Holmesê li ser lêkolîna xwe û pêvajoya amadekirina berhema xwe ji dibêje:

Sala 2015’an, dema çûm Rojava min dest bi lêkolîna ji bo vê pirtûkê kir.

Min li wir dest bi rapirsiyekê kir, li ser YPG û YPJ’ê.

Ev berî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bêne avakirin payîza 2015’an bû.

Min hevpeyvîn bi fermandarên QSD’ê û karmendên rêveberiya sivîl a bakur û rojhilatê Sûriyê re çêkirin.

Pirtûka Akademisyena Amerîkî Amy Austin Holmesê ji 250 rûpelan pêk tê.

Beşek ji pirtûkê behsa dîroka Rojavayê Kurdistanê dike.

Rojavayê Kurdistanê, ji hilweşîna Împaratoriya Osmanî heta niha qonax bi qonax hatiye nivîsîn.

Di beşeke din de behsa qonaxa avakirina rêveberiya xweser û rola jinan tê kirin.

Di rûniştina danasînê de nûnerên MSD’ê Sînem Mihemed û Besam Ishaq axivîn û gotin ku pirtûk gelekî girîng e tê de daxwaz û nêrînên gelê herêmê tê vegotin û parvekirin. Ji ber ku pirtûk rewşa rastî ya herêmê nîşan dide, bi awayekî bêalî.

Li gorî bîr û rayên beşdarên merasîmê, pirtûk dê ji ber dayîna agahiyên li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û daxwazên gel li Washingtonê roleke girîng bilîze.

Bi nêrîna wan pirtûk dê bibe çavkaniyek jî li ser Rojavayê Kurdistanê.

Back to top button