Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
Ji newrozê re çend roj maye HDP û DBP jî li bajarên Tirkiyê amadekariyên newrozê dikin. Doh li Enqerê agirê destpêkê yê Newrozê hat vêxistin
HDP û DBP’ê li Enqereyê agirê destpêkê yê Newrozê vêxistin.
Ji bo pîrozbahiya ku dê di 19’ê Adarê de bê kirin bang li her kesî hat kirin.
Rêxistinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê, ji bo beşdariya li pîrozbahiya Newrozê ku dê di 19’ê Adarê de li Enqereyê bê kirin, bang kir.
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, û hin rêveberên DBP’ê li bazar û sûkê belavokê newrozê belavkirin û banga peşdariya newrozê kirin.
Gel û dikandarên sûkê bi nîşana serketinê û berzkirina dirûşmeya “Bijî Newroz” bersiva bangê dan.
Piştî bangawaziyê li têketina bazarê agirê Newrozê hat vêxistin û kesên li dor agir xwe di ser agir re çeng kirin.