Rojnamevan Silêman Ehmed 7 mehin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Têkildarî revandina Silêman Ehmed Rojnamevan Alan Meîş axivî û got: “PDK’ê bi revandina Silêman rêz ji qanûnên xwe re nehiştiye.”
Rojnamevanê Rojnew’ê Silêman Ehmed bû 7 meh ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hat revandin.
Ji wê demê ta niha tu agahî jê nayê girtin.
Tevî hemû bangawaziyên rêxistinên rojnamegeran û rêxistinên sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Silêman daxuyanî nedane.
Rojnamevan Alan Meîş: PDK’ê rêz ji qanûnên xwe re nehiştiye
Rojnamevan Alan Meîş têkildarê mijarê de axivî.
Rojnamevan Alan anî ziman ku PDK’ê bi revandina Silêman rêz ji qanûnên xwe re nehiştiye.
Alan Meîş: PDK’ê azadîxwazan direvîne
Alan Meîş da zanîn ku kiryarên PDK’ê metirsî li ser rojnamevanên li Başurê Kurdistanê çêkiriye û li wir azadiya rojnamevaniyê tuneye.
Her wiha Alan Meiş da zanîn ku dezgehên ragihandinê yên PDK’ê qala dagirkeriyê nakin û yên behsa dagirkeriyê dikin tên binçavkirin, girtin û revandin.