Li dijî tecrîdkirina Rêber Apo meşek li Reqayê hate lidarxistin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê herêmê di nava çalakiyan de ne.
Xelkê Reqayê bi girseyî daketin qadan û tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin.
Xelkê Reqayê gotin: “Bi her awayî em ê li hember vê tecrîdê derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin.”

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo têne lidarxistin.

Îro bi vê armancê li Reqayê meşek girseyî hate lidarxistin.

Meş li qada Jina Azad veguherî mîtîngê û li wir hevserokê Meclisa Rêveber a Reqayê Meşleb Tirkan axivî û got:

“Pêngava navnetewî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rêbazên berê derbas kirine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê panel, konferansên hiqûqî hatin lidarxistin, name ji desteyên NY’ê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, CPT û ji gelek aliyên din re hatine şandin.”

Meşleb Tirkan diyar kir ku tundî û tecrîda li ser Rêbertî gihaştiye asta mezin û ev tişt anî ziman:

“Ji 25’ê Adara 2021’ê ve, em nizanin ka rewşa Rêbertî çi ye.?”

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kînana Ebdo jî da zanîn ku armanca hêzên komploger ji tecrîdê ew e ku projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn asteng bikin.

“Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî, azadî û jiyana hevbeş bûye semboleke cîhanî, lewra hêzên komploger dixwazin bi rêya şidandina tecrîdê pêşî li ramanên wî bigirin.

Kînana Ebdo diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin û got ramanên Rêber Apo ji şer û nakokiyên li ser desthilatê re, çareserî ne.

Back to top button