“Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” bernameya xwe ya propagandayê eşkere dike

11 Hezîranê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê hilbijartinên Şaredariyan pêk werin.
Niha jî “Tifaqa Jin û Gelan a ji bo Azadiyê” ku wê tevlî hilbijartina bibe bernameya xwe eşkere kir.

“Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” ku ji 22 partî û rêxistinan pêk tê, li bajarê Qamişlo civîneke rêxistinî li dar xist.

Di civînê de bernameyên xwe yên propagandaya hilbijartinên şaredariyan nîqaş kirin.

Koalîsyonê bernameya xwe li bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Tel Koçer, Dirk, Celal Axa, Girkê Lekî û bajarokên din eşkere kir.

Li gorî bernameya wan, pêngav dê di 26 ê vê mehê de, bi organîzekirina çalakiyek navendî li parka Azadî ya bajarê Qamişlo,bê lidarxistin.

Her wiha dê bajar û bajarok bi logoya hevbendiyê û wêneyên berendaman bên xemilandin.

Her wiha di bernameya kampanyaya propagandayê ya hevbendiyê de dê li bajar û taxan civînên girseyî bên lidarxistin û komîn û navdarên eşîran bên lidarxistin.

Deklerasyona Hilbijartinê ya Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbya

Back to top button