Deklerasyona Hilbijartinê ya Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbya

Rêxistinên Jin, Kongra Star û kombûna jinên Zenûbiya deklarasyona xwe ya ji bo hilbijartinên Şaredariyan eşkere kir.
Rêxistinên jinan di deklarasyonê de herî zêde giringiyê dide wekheviya zayendî, avakirina civakek li ser bingehê paradîgma ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê.

11’ê Hezîranê, hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Suriyê pêk werin.

Wekî gavekî dîrokî li herêmê, jinan pêşhilbijartin pêk anîn û namezetên xwe diyar kirin.

Piştî hevdîtin û pêşhilbijartinan 22 Partî di nav de Kongra Star û Kombûna jinan a Zenboya tifaqa xwe ji bo hilbijartinan ragihandin.

Ji civakek li ser himê ekolojîk, demokratîk û azadiya jin, tevgerên Jin Kongra Star û Kombûna jinan a Zenboya deklarasyona xwe eşkere kirin.

Rêxistinên jinan teqez kirin ku ew ê bi yekîtî, wekhevî û azadiya gelan, ji bo jin û zarokan, li ser bingehê netewa demokratîk têbikoşin.

Deklarasyon balê dikişîne ser têkoşîna jinan li dijî hêzên dagirker, qirker, hişmendiya kevneperest, feodal, desthilatdar, olperest, zayendperest û van xalan tîne ziman:

Wekî rêxistinên Jin Kongra Star û kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo jiyaneke azad û wekhev ji siyasetê heta diplomasiyê, ji parastina cewherî heta aboriyê, ji komînan heta meclisan, di her qadên jiyanê de îradeya jin rêxistin kir ku bibe xwedî biryar.

Hat ragihandin ku rêxistina jinan di hilbijartin û jiyanê de pergala hevserokatî û nûnertiya wekhev wekî rêgez qebûl dike û gotin:

Bi armanca avakirina şaredariyeke ekolojîk li kantona cizîrê,

Li 68 navçe û bajarokan,

Li herêma firatê 15 navçe û bajarokan,

Li Kantonên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazor li 50 bajar û navçeyan pêşhilbijartinên jin çêbûn.

Di feraseta jin a xwe dispêre şaredariyên pirçandî de em ê maf û wekheviya hemû komên bawerî û gelan biparêzin.

Li gorî deklarasyonê rêgez û xalên hatin diyarkirin:

  • Hemû xizmet û projeyên derheqê jin û zarokan de, bi awayekî hevpar wê bi komîn û meclisan re were girtin.
  • Polîtîkayên jin, em ê bi saziyên sivîl ên heremî, rêxistinên jin, ciwanan, saziyên civakî, tenduristî û perwerdê bi hev re bigrin.
  • Di çaredariyan de meclisên jin, koordînasyonên jin û berdevkên jin ava bikin.
  • Di her şaredariyê de ofîsa jin û bi vê ve girêdayî yekeyên têkoşîna li dijî tund û tujiyê û perwerdeyê ava bikin.
  • Ji bo perwerde û tifaqên jin ên navnetewî, em ê di yekîtiya jinên şaredariyan de komîteyên ekademî, ragihandin û dîplomasî pêş bixin.
  • Tenduristî mafekî xwezayî û civakî ye, ji bo tenduristiya jin a bedenî xebatên perwerdehiyê werin pêşxistin.
  • Ji bo jinên bê mal, rastî tundiyê hatine, koçber, astengdar cihê jiyanê ji wan re bê rêxistinkirin.
  • Koperatîfên jin ên bazirganî û berhemdariyê pêş bixin û destek bikin.
  • Li dijî dagirkirin, şewitandin, hilweşandin, polîtîkayên şer û guhertina demokrafiyê têkoşîn kirin.
Back to top button