Dema Komîseriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê ji bo şeş mehan dirêj bû

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ji bo 6 mehan hate dirêjkirin.

Parlamenterê Iraqê Biryar Reşîd yê ji Fraksiyona YNK’ê ragihand ku Parlementoya Iraqê bi piraniya dengan temenê Encûmena Komîseriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê ji bo 6 mehan dirêj kir.

Ango wê heta 6’ê Çileya sala 2025’an karên xwe berdewam bike.

Her wiha diyar kir ku divê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên li Iraqê di nava vê demê de hilbijartina Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê li dar bixe.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê demborî yê Herêma başûrê Kurdistanê li gel Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê biryar dabû ku 10’ê Hezîranê hilbijartina Parlamentoya Herêma başûr were lidarxistin.

Lê heta niha ne diyar e hilbijartina Parlamentoya Herêmê dê di dema xwe de were lidarxistin yan na.

Back to top button