![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/PARTI-SERLEDAN.jpg)
11 Hezêranê wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartinên Şaredariyan pêk werin.
Dema serlêdanê ji bo hilbijartinên şaredariyan bi dawî bû.
5 partî bi navê hevbendiya “Bi hev re ji bo çêtirîn raje” beşdarî hilbijartinan dibe.
Komîseriya Hilbijartinê jî diyar kir ku 30 partî û rêxistin serlêdan kirin.
partiya kesk demokratik dîmen di kamira de ye
11 Hezêranê wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartinên Şaredariyan pêk werin.
Partiya Kesk a Demokratîk, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Biratî ya Kurdistanê û Yekitiya Karkerên Kurdistanê bi hevbendiyekê dê berşdarî hilbijartinên şaredariyan bibin.
Hevendiya “Bi hev re ji bo çêtirîn raje” li Qamişlo bi daxuyaniyekê bernameya xwe aşkere kir û got:
Tevî ku herêm di şert û mercên hestiyar re derbas dibe jî lê Rêveberiya Xweser teqez dike ku wefadarê prensîpên xwe yên damokratîk e ku tê de nêrînên gel tên girtin.
Em weke partiyên siyasî me liv û tevgereke siyasî û kedeke berbiçav da ku em bighêjin hevgirtineke hilbijêrî.
Em 5 partî bûn yek û bi yek lîsteyê em ê beşdarî hilbijartinan bibin û bernamezetan ji bo hem meclis hem jî hevserokatiya şaredariyan pêşkêş bikin da ku em karibin xizmeteke baştir ji bo welatiyan pêşkêş bikin.
Çend armanc Hevbendiyê yên girîng jî wiha ne:
- Avakirina beşekê ji bo giliyên gel û şopandina wan giliyan.
- Rêyên heyî bên qîrkirin û rastkirin.
- Qedexekirina çandiniyê bi ava qirêj.
- Ji bo paqijkirina bajar kar bê kirin.
- Herêmên pîşesaziyê werin avakirin.
30 partî û rêxistinan ji bo hilbijartinan serlêdan kirin
Li hêlekî din, dema serlêdanê ya ji bo hilbijartinên şaredariyan ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinê diyar kiribû, şevê din bi dawî bû.
Li gorî komîseriya hilbijartinê 2 tifaqan, 3 partiyan û gelek kesên bi awayekî serbixwe serlêdan kirine.
Tifaqa bi navê, “Tifaqa Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê” ji 22 partî û rêxistinên ku PYD, Kongra Star, Partiya Suriyeya Pêşerojê, Koma Jinên Zenubya jî di nav de heye, pêk tê.
Tifaqa bi navê “Bi hev re ji bo çêtirîn raje” ji 5 partiyan pêk tê.
Ji bilî tifaq û partiyan gelek kesan jî bi awayekî serbixwe serlêdan kirine, lê hejmara wan nehat diyarkirin.
Piştî bidawîbûna dema serlêdanê, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dest bi lêkolînkirina namzetan kir.
25’ê Gulanê jî wê lîsteyên namzetan bên eşkerekirin.
Piştî eşkeririnê dê dema propagandayê destpê bike.