Şerê Îsraîl-Hemasê: 229 roj

Di 229 rojên şerê li Şerîda Xezayê de hejmara qurbaniyan gihişt 35 hezar û 647 kesan.
Medyaya Filistînê duh ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser navend û bakurê Şerîda Xezayê de 13 kes mirine.
Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di erişen ku arteşa İsraile li ser bajaroka Cenin û Kampa Penaberan a Cenin a li bakure Şeria Rojava de 8 kes mirin û 21 kes birîndar bûn.

Îsraîlê êrîşên xwe li Şerîda Xezayê û heremên derdorê wê didomîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku hejmara miriyan derket 35 hezar û 647 kesan, hejmara birîndaran jî derket 79 hezar û 852’yan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê 85 Filistînî mirin û 200 kes jî birîndar bûn.

Îsraîl êrîşî bakurê Şerîda Xezayê kir: 13 kes mir

Medyaya Filistînê duh ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser navend û bakurê Şerîda Xezayê de 13 kes mirine.

Ajansa Şehab ragihand ku di encama serdegirtina malekê de li bakurê Şerîda Xezayê 6 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ajansê piştre ragihand ku 7 kesên din jî di êrîşên ku cîhê stargeheke li bajarê Ez-Zawaida li navenda Şerîda Xezayê armanc dikin hatin kuştin.

Li bajarê Cenîn a Şerîa rojava 8 kes mirin

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di erişen ku arteşa İsraile li ser bajaroka Cenin û Kampa Penaberan a Cenin a li bakure Şeria Rojava de 8 kes mirin û 21 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku tîmên ambulansê yên Heyva Sor xwe gihandine kesekî ku di êrîşa Îsraîlê ya li herêma El-Hedef a Kampa Penaberan a Cenînê de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlî dema ku cenazeyê filistînî yê mirî rakirin nexweşxaneyê, ambûlansê asteng kirin.

Ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li Şerîa Rojava de hatine kuştin derket 514’an.

Hêzên Îsraîlê êrîşî kampeke penaberan a li Şerîa Rojava kirin di encamê de 7 kes mirin

Back to top button