Îrlanda, Norwêc û Spanyayê dewleta Filîstinê nas kirin

Ev demeke li ser naskirina dewleta Filîstinê nîqaş hebûn.
Îrlanda, Norwêc û Îspanyayê beriya niha ragihandibûn ku wê dewleta Filîstinê di 22’yê Gulanê de nas bikin.
Îro her sê welatan eşkere kirin ku naskirina dewleta Filistînê di 28’ê Gulanê de wê bibe fermî.

Îrlanda, Norwêc û Îspanyayê bi daxuyaniyên çapemeniyê yên hevdem ragihandin ku ew dewleta Filistînê nas dikin.

Sê welatên Ewropayê ragihandin ku naskirina dewleta Filistînê di 28’ê Gulanê de wê bibe fermî.

Dema ku Dublin hefteya borî gotibû ku ew ê beriya dawiya Gulanê ‘teqez’ dewleta Filistînê nas bike, Oslo di biharê de îşaretek bi heman rengî dabû.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez hefteya borî ragihandibû ku Madrîd wê roja Çarşemê 22ê Gulanê ango îro dewleta Filistînê nas bike.

Sanchez di meha Adarê de ragihandibû ku Îspanya û Îrlanda, her wiha Slovenya û Malta, li hev kirin ku gavên yekem ji bo naskirina dewleta Filistînê bavêjin, bi sedema ku çareseriya du dewletî ji bo aştiya mayînde girîng e.

Lê belê Îsraîl hişyarî da ku naskirina dewleta Filistînê dê şansê dîtina çareseriyeke bi danûstandinan ji bo şerê li Şerîda Xezayê kêm bike.

Bi dehan sal e ku naskirina dewleta Filistînê wekî dawiya pêvajoya aştiyê di navbera Filistîn û Îsraîliyan de tê dîtin.

Amerîka û piraniya welatên Ewropaya Rojava gotine ku ew amade ne rojekê dewleta Filistînê nas bikin, lê bêyî ku bigihin peymanekê li ser mijarên dijwar ên weke sînorên dawî û statuya Qudsê nikarin vê yekê bikin.

Lêbelê, piştî êrîşên Hemasê yên di 7’ê Cotmehê de û bersiva Îsraîlê ya ji bo şerê li ser Şerîda Xezayê, dîplomatan dest bi nirxandina ramanên berê yên nakok kirin.

Swêd ku civateke mezin a Filistînê lê heye, di sala 2014’an de bû yekemîn welatê endamê Yekîtiya Ewropayê li Rojavayê Ewropayê ku dewleta Filistînê nas kir.

Filistîn berê ji aliyê şeş ​​welatên din ên Ewropayê weke Bulgaristan, Qibris, Komara Çek, Macaristan, Polonya û Romanya ve hatibû naskirin.

Back to top button