Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo a Sûriyê serdanên bi partiyan re didomîne

Ji 14’ê Gulanê ve di çarçoveya pêngava cîhanê, Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê serdan parityan dike.

Îro jî li bajarê Qamişlo Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bi Partiya Soraya ya Demokratîk re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de Hevseroka Partiya Soraya ya Demokratîk Madlîn Xemîs axivî.

Madlîn Xemîs: Divê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe

Madlîn Xemîs diyar kir ku Mijara tecrîdê ji bo wan mijareke hesas e û bandora wê ya neyinî li ser hemû pêkhateyan heye û got:

“Serok Apo rihê jiyanê daye gelan, hêzên komploger li hember Rêber Apo têkçûyîna xwe jiyan dikin.

Em heta dawiyê li dijî wan têbikoşin.

Madlîn Xemîs destnîşan kir ku divê zextên siyasî û dîplomatîk ji bo zelalkirina rewşa Rêber Apo zêde bibin.

Partî û tevgerên li herêmê: Çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye

Back to top button