Êrişên dewleta Tirk li herêmê di vê dema çinîna msim de, dijwartir dibin.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk êrişî şermezarkir û banga rawestandina êrişan kir.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xwesera Demokratîk ya bakur û rojhilatê Sûriyê ev tişt hate gotin;
“Dewleta Tirk ji bo ku xwe ji kirîz hundirîn xelas bike êrişî herêmên me dike.
Bi vê yekê di çend rojên dawî de êrişên xwe li dijî kantona Minbic û Efrîn-Şehbayê zêdetir kiriye.
Îro jî êrişî gundewarê Minbicê kir û di encamê de, jinek şehîd bû û çend kes birîndar bûn.
Armanca van êrişan jî têkbirina ewlehiya herêmê ye û zindîkirina terorê ye.”
Rêveberiyê bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo rawestandina êrişên li dijî herêmê bi erkên xwe rabin.
Rêveberiya Xweser di dawiyê de eşkere kir ku ew ê destkegitiyên şehîdan biparêzin.
Desteya Perwerdê: Erdogan hevgirtina pêkhateyên herêmê dike hedef