Li Zirganê û Til Temirê çeteyan agir bi zeviyan xistin

Çeteyan zeviyên çandiniyê yên li rojavayê Zirganê û yên Til Temir dane ber agir.
Hemwextî wê şêniyên herêmê û tîmên rewşên awarte ji bo mudaxeleyê seferber bûne.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li rojavayê bajarê Zirganê bi cih bûne, agir bi zeviyên li Zigarê xist.

Hêzên Parastina Civakî, şênî, tîmên agirkujiyê yên bajêr û gundên derdorê, seferber bûne da ku agir negihêje zeviyên din.

Tîmên rewşên awarte ji aliyê çeteyên li rojavayê bajêr ve têne hedefgirtin, ji ber wê di karê xwe de zehmetiyan dikişînin.

Her weha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên gundên  Til Kerbit, El-Wehla û El-Erîşa yên rojavayê Til Temrê şewitandin.

Bi derketina agir re Komîteyên rewşên awarte yên bajarê Til Temirê destwerdanî agir kirin.

Back to top button