![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/Adjustment-Layer.01_18_29_01.Still185.jpg)
Dewleta Tirk û çeteyên xwe gundên başûr-rojavaê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.
Gundên Ceblet El Hemra û Ceb Mexzûm rastî topbaranê hatin.
Ev gund dikevin başûr rojavayê kantona Minbicê.
Di encama bombebaranê de, agir bi zeviyên çandiniyê ji gundên “Ceblet El-Hemra” heta gundê Ceb Mexzûm ketin.
Gor meclisa Leşkerî ya Minbicê, ziyanên mezin li zeviyên çandiniyê û darên zeytûnan bûn.
Ekîbên agirkujiyê ji bo vemirandina şewata ku bi zeviyên çandiniyê ketî, ketine tevgerê.
Ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê yên Rojavayê Girê Spî ket